Rêveberiya Xweser got; Hemwextî ˊOperasyona Mirovî û Ewlehiyêˊ ya ji bo kontrolkirina Kampa Holê û sînordarkirina çalakiyên şaneyan û ligel xebatên li dijî terorê yên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Asayîşê beşdarî wê dibin, dewleta Tirk a dagirker êrîşeke dijwar, li dijî xalên Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Asayîşê, pêk anî.

Di encamê de 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundir şehîd bûn û gelek endam jî birîndar bûn.

Ev êrîş û êrîşên berê xizmeta çeteyên DAÎŞê dike.

Armanca dewleta Tirk astengkirina hewldanên hêzên ewlehiyê ya kontrol kirina Kampa Holê û berterefkirina çeteyên DAIŞê ye.

Tirkiyê bi hemû hêza xwe piştgiriyê dide xebatên revandin û tevlêheviyê û bi hemû awayan piştgiriya çeteyên DAIŞê dike.

Rêveberiyê, ji malbatên şehîdan re sersaxî, ji birîndaran re şîfa xwest û got; Em bang li raya giştî ya herêmî û navneteweyî dikin ku dawî likiryarên dewleta Tirk bînin. Dewleta Tirk dixwaze dijminê mirovaniyê çeteyên DAIŞê zindî bike û bi armanca ku derfetê li pêşiya terora li herêmê û cîhanê veke êrîşan dike.

Divê Koalisyona Navneteweyî û Rûsya berpirsiyariyên xwe bînin cih.