Nîlay Guleser li Girtîgeha Şakranê ye û doh, bi telefonê bi hevjînê xwe Îrfan Guleser re axivî û diyar kir ku di 29’ê Çile, serê sibehî zêdetirî 20 Gardiyanan bi ser qawişa wan de girtin, amûrên metbexê û maseya mitbaxê şikandin û dermanên nexweşan avêtin erdê.

Nîlay Guleser diyar kir ku lêgerînên qawîşan heftê carekê dihatin kirin û got.

Lê di çend mehên dawî de, ev lêgerîn zêde bûne, gardiyan jî her dem û her wext, li gorî kêfa xwe diavêjin ser qawişan.

Hevala me Nerîman Bîrlîkler nexweşa tansiyona bilind ya kronîk e.

Li hemberî hemû serlêdanan, wê sewqî nexweşxaneyê nakin.

Divê raya giştî ya Tikriyê saziyên mafên mirovan li dijî vê helwesta ne mirovî dengê xwe bilind bikin.