Bi boneya salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an çalakiyên ji bo azadiya Abdullah Ocalan li welatên Ewropa didomin.

Kurdên li Atînayê dijîn, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de name ji Girava Îmraliyê re şandin.

Siyasetmedara Kurd Seval Gulmez piştî şandina nameyan axivî û anî ziman ku ewê tu carî komploya navneteweyî ya li dijî Birêz Abdullah Ocalan qebûl nekin û tecrîdê bişkînin û azadiyê pêk bînin.’

***
Li Romayê wê konferansa ‘Azadiya Jinê û Abdullah Ocalan’ bê lidarxistin

Di 10’ê Sibatê de li paytexta Îtalya Romayê bi navê ‘Felsefeya Veguhertina Jiyanê: Jîn Jiyan Azadî’ konferansek tê lidar xistin.

Konferans ji aliyê TJK-E’yê ve tê birêxistinkirin û di çarçoveya alîkariya teorik û pratîk a Rêber Abdullah Ocalan a ji bo tevgera jinên Kurd were nirxandin.

Xebatên amadekariyê bi giranî ji aliyê TJK-E’yê ve tên meşandin. Rete Jin, Jineolojî Îtalya û kolektîfa xwendekaran a Zanîngeha Romayê Marîelle jî di nava xebata amadekariya konferansê de cih digirin.

Konferansa ku bi tevkariya endamên tevgera No Una Di Meno tê meşandin, wê li Fakulteya Giurisprudenza ya Zanîngeha Roma Tre bê lidar xistin.

Konferansa ku aktîvîstên tevgera jinên Kurd, akademîsyen, rojnamevan, hiqûqnas û femînîst wê tevlî bibin, di serî de di Îl Manîfesto, Rebuplica de di çapemeniya Îtalyayê de cihek berfireh girt.