Parlamenterên DEM Partî, ji bo hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin, di 16’ê Mijdarê de serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan-ÎHÎKê dan.
ÎHÎK’ê di 7’ê Kanûnê de, li ser daxwaza Parlamenterên DEM Partî, daxuyaniyek da û diyar kir ku daxwaz hatiye redkirin û got;
Eger Komîsyona Jêr guncav bibîne, dikare Abdullah Ocalan bê ziyaret kirin.
Piştî daxuyaniya IHIK, parlamenterên DEM Partiyê, ji bo “civîna lezgîn” û serdanê di 12’ê Kanûnê de, serî li Komîsyona Jêr dan.
ÎHÎK’ê, doh, ji bo serlêdanê duyemîn daxuyaniyek da û got;
Xala 26’an ya qanûna meclisê zelal e û dibêje, tenê serokê komîsyonê dikare civînekê pêkbîne.
Xala 4mîn jî dibêje, komîsyon bi biryara ji sê parên komîsyonê dikare bicive.