Meşa azadiyê ya mezin ku bi pêşengiya Dem Partî destpêkir di roja 10’an de ye.

Baskê meşa azadiya Rêber Apo ya ji Qersê destpêkir, îro ji navçeya Amed Licê ketin rê xwe Farqînê

Li Farqînê bi hezaran kesî, bi kulîlkan, bi dirûşm û çapikan hatin pêşwazîkirin.

Li ser navê baskê Qersê parlementera Dem Partî Newroz Uysal axivî.

Newroz Uysal got: Me silavên Keleha Qersê, Çiyayê Araratê, Dîgorê, Sakîne Cansiz, Hayrî Dûrmûş, Ceylan Onkol anîn û wiha dewam kir.