Endama Komîteya Perwerdeyê ya Komîteya Jinê ya El Meşlab (Ser bi Civata Jinê ya Zenobiya ye) Kinana Abdo têkildarî rol û bandora Rêber Abdullah Ocalan ji bo jinên Ereb, tecrîd û komploya navneteweyî axivî.

Kinana Abdo anî ziman ku jinên li Reqayê piştî zor û zehmetiyên dema Baasê bi dagirkeriya DAÎŞ’ê re di nava demeke tarî de asê man, kesayetiya wan hate qetilkirin, lê belê dema ku bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan feraseta neteweya demokratîk belav bû, jin li cewhera xwe vegeriyan, li her qada jiyanê bi rola xwe rabûn, ji aliyê siyasî yan jî leşkerî ve tevlî kar bûn û fikrê xwe bi tevahiya civakê re parve kir.”

Kinana Abdo bilêv kir ku Komploya Navneteweyî ji bo jinên Ereb jî rojeke reş e û got:

“Ji roja dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan û vir ve dixwazin têkiliya me qut bikin. Destûrê nadin ku agahiyek ji Rêberê me ji Îmraliyê belav bibe. Ji ber vê yekê jî dewleta Tirk dixwaze têkoşîna Rêber Ocalan bênefes bihêlin. Doza ku Rêber Apo da destpêkirin doza Rojhilata Navîn e. Lewma Abdullah Ocalan nîşaneya doza azadiyê ya jinan e. Lewma weke jinên Ereb, weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê emê li ser vê rêya Rêberê xwe Abdullah Ocalan bimeşin.