Meşa Mezin a Azadiyê ku bi armanca azadiya Rêber Abdullah Ocalan di 1’ê Sibatê bi du baskên ji Wanê û Qersê hat destpêkirin û 15’ê Sibatê de li cihê jidayikbûna Rêber Abdullah Ocalan Amara bidawî bû.
Yek ji Meşvanên Azadiyê parlamentera Patiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û parêzer Newroz Uysal bû, meşa 15 rojî nirxand.
Newroz Uysal meş wekî ‘meşa azadiya gelê Kurd e, meşa hesreta azadiya gelê Kurd’ bi nav kir û anî ziman ku lêgerîna azadiyê ya gelê Kurd di roja îro de bi Birêz Oclan re bûye sembol û watedar bûye.
Li ser sedema ji du baskan destpêkirina meşê û hejmara meşvanan Newroz got:
Hinek tişt sembol in. Qers yek ji cihên ku têkoşîna azadiyê ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirinê bû. Ne tenê ku bajarekî sînor yê Kurdistanê bû. Baskê Wanê jî ji ber bajarê herî mezin yê navbera Serhed û Botanê bû hat tercîhkirin.
Hejmar jî ji ber temenê 75’an yê Birêz ocalan hat tercihkirin. Hejmara me 75 bû. Pêşengî jinan kir û di nav van 75 kesan de ji her bawerî û nasnameyan kesan cih girt.
Newroz bi giştî meşa 15 rojan jî bi van hevokan nirxand.
Em li ser riyên xwe çûn gundan, navçeyan, navendan. Me bi gel re govend gerand, em tevli bîranîn û bernameyên cuda bûn. Em bi gel re runiştin me stran gotin û nivîsa der barê Birêz Ocalan ya di parêznameya 5’an de xwend. Atmosfera hat afirandin gelek cuda bû.
Piştî hilbijartinên 2023’an de em ketin pêvajoyek rexne û xwerexnekirinê. Gelek rexne ji bo partiya me hatin kirin. Ji ber vê me di vê meşê de dît ku gel çi dixwaze.
Gel ne tenê nîqaşên rojane yên siyasetê, gel dixwaze mijarên rast yen bedel hatine dayîn jî eleqeyê bibînin. Em çûn ku derê me serdana malbatên hîna cenazeyên xwe negirtine, girtiyên 30 sal şûnde hatine tahliyekirin û hwd. Me li çîrokên wan guhdar kirin.
Newroz Uysal destnîşan kir ku piştî vê meşê hemû çalakî, bername û meşên bêne kirin wê berdewama meşa azadiyê bin. Ji ber vê jî ez dibêjim ku her der meşa azadiyê ye.