Li Kobanê, tevî êrîş û gelên TSK’ê jî, bi hezaran kes li Qada Jina Azad ji bo pîrozbahiya “1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê” kom bûn.
Li bajarê Kobanê, bi bomeya salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, şahiya pîrozkirinê hat lidarxistin. Şahî li Qada Jina Azad a Kobanê pêk hat û bi sedan Kobaniyan berê xwe dan qada şahiyê. Têvî êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) jî Qada Jina Azad tije bû. Di pîrozbahiyê de gel alên YPG, YPJ, Kongreya Star û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin û bê navber dirûşme berz kirin.
Şahiya gelê Kobanê ya Qada Jina Azad berdewam dike. Di şahiyê de li ser girîngiya rojê axaftin tên kirin, konser tên dayîn û gel govendê diğerine.