Berpirsa Ofîsa RJAK’ê Mamoste Dilovan Ekrem 26 rojin hatiye binçavkirin.

Endamên RJAK’ê di nav de gelek jin hatin cem hev bi daxuyaniyekê xwestin Mamoste Dilovan were berdan, kujerê şoreşgera Jin, Firyal Silêman Xalid an go Zelal Zagros jî were dîtin.

Li ser navê jinan Endama komîteya Jin a Tevgera Azadî Sara Reza axivî û got: di wê dema em li bendê bûn, kujerê reşkujiyê were dîtin mamoste Dilovan hat girtin û hê nehatiye berdan.