Namzêde Şaredariya Stembolê yê AKPê Murat Kurum, di “Şeva Amediyan de”, puşî kir stuyê xwe, bi Kurdî silav da, piştre dîlan girt.

Doh jî, li navçeya Stembol Bayrampaşa tevlî vekirina navenda Têkiliyan ya MHPê bû û îşareta Gurê Boz da.

Çavdêrên siyasî, destnîşan kirin ku namzête AKPê yê şaredariya Stembolê Murat Kurum, hem li nal dide, hem li bizmar, lê gelên li Stembolê, bi taybetî Kurd vê helwesta dirû û siyaseta xapadinê baş dizanin û hesab bipirsin.