Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di bernama taybet a Medya Haberê bersiv da pirsên rojnamevan Hoşeng Yilmaz.

Duran Kalkan destpêk li ser pergala Îmraliyê û siyaseta qirkirina gelê Kurd sekinî.

Diyar kir ku ti mînakeke vê pergalê û êrişê li cîhanê tine ye.

Ev di heman demê de îfadeya êrişeke qirkirinê ya sedsalî ye.

Di hedefa êrişan de îmhaya topyekûn heye.

Hemû derfet û firsendan dikin yek û diwzin Kurdan qir bikin.

Di 25 salên dawîn de pergala serdest siyaseta xwe ya qirkirinê bi pergala Îmraliyê didomîne.

25 sal in ev qirkirin li Îmraliyê li ser Rêber Apo tê meşandin.

Têkoşîna li dijî pergala qirkirinê jî Duran Kalkan bi berxwedana li Îmralyê mînak da û ev nirxandin kirin:

Rêber Apo di her şert û mercê de berxwedan û serkeftinê nîşanî me da.

Nîşan da ku şert çiqas dijwar dibin bila bibin, lê pêngavên şoreşgerî dikarin bên avêtin.

Li her dera cîhanê û li hemû beşên welêt komploger hatin rûreşkirin.

Bi milyonan kesî ragihand ku ew bi mêjî û dilê xwe bi Rêber Apo re ne.

Gelê Kurd nîşan daye ku bêyî azadiyê nasekine.

Siyaseta qirkirinê êdî nikare bigihîje armanca xwe.

Derbarê operasyonên şoreşgerî yên gerîlayên azadiyê de jî Dûran Kalkan nirxandin kir.

Beriya pêngava 10’ê Cotmehê gerîla pêngava xwe ragihandibû.

1’ê Cotmehê biryargeha zîhniyeta faşîst û qirker a li Enqerê rûxand.

Her meh bi operasyonên berfireh derbeyên giran li keriyên faşîst ên AKP/MHP’ê da.

Di operasyona li Girê Amediyê de her kes rewşê dît, li holê ye.

Dost û dijmin dît ku gerîla çiye, çawa şer dike.

Û ev jî cara yekê ye ku pêk tê.

Di şert û mercên herî giran de gerîla hem şer dike, hem jî vî şerî bi belge dike û ji civakê re radigihîne.

Dost û dijmin divê êdî gerîlayê Kurd baş nas bikin.

Dûran Kalkan trafîka dîplomasiyê ya Erdogan û ekîba wî jî bibîr xist û diyar kir ku Tirkiye li derveyî Rojhilata Navîn a nû tê hiştin.

Di 1923’yan de Rojhilata Navîn li gorî netewedewletê ango Komara Tirk teşe girtibû.

Îro Rojhilata Navîn ji nû ve teşe digire û Dewleta Tirk di nav de nîne.

Divê her kes bibîne ku Erdogan, ew parzemîna jeostratejîk ku Tirkiye li ser cih digire tine kir.

Niha ketiye nava tevgerê ku ji vê rewşê derkeve.

Ev liv û tevgera dawî ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKKK’ê Dûran Kalkan, bi mijarê ve girêdayî da zanîn ku di vê çerçoveyê Tirkiye di bazara ketina Swêd a NATO’yê de vê yekê bikar anî.

Ji DYA’yê û NATO’yê hin tiştan xwest.

Tê dîtin ku ji bo êrişeke tinekirinê ya dawî pêştgirî girtiye.

Ji aliyê Amerîkayê ve erêkirina firotina F-16’an vê piştgiriyê nîşan dide.

Vê bazarê jî li ser şerê qirkirina Kurdan kir.

Lê divê were zanîn DYA û NATO, ji yên heta niha hatine kirin wêdetir derfeta êrişê nade dîktatoriya faşsît a AKP/MHP’ê.

Encax dikare dûbare bike.