Hevserokên Giştî yên DEM Partî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bi boneye Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê peyamek dan.
Peyam bi 6 zimanên cûda name ji UNESCO’yê re hat şandin.
Name bi sernavê “Em perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin” bi raya giştî re hatin parvekirin.
Hevserokan di nameya xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mafê ziman tê xespkirin û ev nirxandin kirin.
“Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê yek ji mafên herî bingehîn ên mirovan e.
Ev maf ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin û li ser hemû dewletên endamên NY’yê bi awayekî fermî hatiye ferzkirin.
Lê belê li Tirkiyeyê ev mafê gelên kurd, ereb, ermen, suryan, çerkes û Laz tê xesbkirin.
Ji xeynî zimanê tirkî, hemû zimanên cuda yên li ser vê axê tên axaftin bi awayekî sîstematik tên bişaftin û qedexekirin.
Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê li Tirkiyeyê gelek ziman ber bi windabûnê ve diçin.”
Di peyamê de bang li UNESCO’yê hate kirin.
“Bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî careke din bang li saziya we û hemû saziyên navneteweyî dikin ku hûn berpirsyariyên xwe bi cîh bînin.
Divê hûn lijneyekê bişînin Tirkiyeyê û li ser binpêkirinên mafên zimanî vepirsînekê bidin destpêkirin.
Divê dewleta Tirkiyeyê şert û mercên mafên bingehîn ên navneteweyî pêk bîne û li gorî van peymanan tevbigere.”