Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan beşdarî Jin TV bû û diyar kir ku ji bo hevjiyana azad pêwîstî bi guhertina mejî heye û got;
Rêber APO ji damezrandina PKK heta îro pir girîngî dide azadiya jinê.
Di sala 2010’an de di parêznameya xwe de Modela Hevjiyana azad nivîsand û xwest di şexsê jinê de civaka hatiye kolekirin bi îrade û azad bike.
Ji wê demê heta niha di rojeva me de ye û xebatên giring hatin meşandin, di encamê de pêşketinên giring û dîrokî derketin holê.
Di navbera jin û mêr de jiyan hatiye kuştin.
Netewe dewlet jî xwe li ser esasê malbat û mêrê serdest bi rêxistin kiriye.
Ev model jî, bi zewaca zorê ku her tim tê de tecawiz, zordarî, kuştin heye.
Lê modela Rêber Apo, li ser esasî jiyaneke watedar, bi exlaq, bi armanc, bi estetîk û wekhev heye.
Di jiyanê de jî hevsengiyek heye. Divê rêjeyê ajal, nebat û mirov û her tiştekî hebe.
Lê ji ber polîtîkayên dewlet-netewan ev hevsengî xira bûye.
Di şexsê jinê de jî civak, îrade, xwebûn, hevsengî, estetîk, hatiye kuştin,
Ne tenê li Rojhilata Navîn, li Ewropa, Emerîka jî bedena jinê hatiye dagirkirin.
Li cihekî ku wekhevî nebe dagirkerî û serdestî, talan, tecawuz û kuştin heye.
Divê hem jin hem mêr di hêla ruhî de xwe ji pergalê qût bikin û bi îradeyek azad xwe bi rêxisinî bikin.
Di parêznameya Pêncemîn ya Rêbertî de, mijara Hevjiyana Azad heye û ev prensiba jiyana wekhevî û azade.
Divê jin jî, mêr jî jiyanê pir baş tahlîl bikin û kemasiyên xwe bibînin, dema mirov kêmasiyên xwe dîtin dikare riyên çareseriyê bibîne.