Hate zanîn 500 jin wê roja sêşemê li ber CPT ku di meha Sibatê de çû Tirkiyê, çû serdana girtîgehan, lê neçû Girtîgeha li Girava Îmraliyê wê çalakiyê bikin.
Jinan destnîşan kir ku Rêber Apo 25 sal in, di hucreya yek kesî de û dibin tecrîda giran de tê girtin û 35 meh in tu agahî jê nayê girtin.
CPT, di serdana xwe de neçû Îmraliyê û derbarê rewşa girtîgehê û tenduristiya Rêber Apo û 3 girtiyan de agahî nedan.
Ev jî bû sedem nerazibûn û bertekên mezin.
Hevseroka KCKD-E Zubeyde Zumurt agahî da ku 500 jin, wê 27’ê Sibatê an go sibe li ber CPT çalakiyê bikin û helwesta CPT’î şermezar bikin.
Zubeyde Zumurt, da zanîn, armaca çalakiya jinan protestokirina tecrîdê, astengkirin çûna Îmraliyê û helwesta CPT’î ye.
Tê payîn, jin dosyayekê jî bidin rayedarên CPT’î.