Jin bi hev re bi hêz in a Îzmîrê bi munasebeta 8’ê Adarê ji bo piştevaniya bi jinan re ji jinên girtî re qert şand.

Piştî şandina qertan Emine Akbaba wiha got:

“Em wekî jin bi hev re bi hêz in bi xwişkên xwe re yên aştiyê, xweparastina feminist diparêzin di nava piştevaniyê de ne.

Em ê nehêlin kesek vê piştevaniyê asteng bike.”

Jinên qert nivîsandin çûn PTT ya Karşiyakayê û ji wir qert ji jinên girtî re şandin.

Hemleya komkirina îmzeyan a li Rojavayê Kurdistanê jî dewam dike.

Hemleya komkirina îmzeyan a di 9’ê Sibatê de ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de li hemû bajar û herêmên Rojavayê Kurdistanê dewam dike.

Komîteyên komkirina îmzeyan li navçeya Çilaxa îro hemleya komkirina îmzeyan li gundê Şebik ê li rojhilatê navçeyê dewam kir, her wiha komîteyan li Dêrikê xebatên komkirinê dest pê kir û welatiyan bi coşeke mezin hemle pêşwazî dikin.