Pîran Herkî yek ji girtiyên Behdînanê ye, çalakvan û çavdêrê siyasî û pêşmergeyekî dêrin e.

Pîran Herkî, li ser girtiyên Behdînanê ji ANF’yê re axivî û got:

Ez sal û du mehan li girtîgeha Giştî ya Hewlêrê bi awayekî neheq hatim zîndanîkirin.

PDK’ê di nav 3 mehan de, zêdetirî 23 çalakvan û rojnamevan destgîrkirin. Her yekê digire, îşkence dike

PDK zêdetir ji derdor û sînorên xwe ditirse, lewma di nav sînorên xwe da destûrê nade azadiyê, lê divê wê yekê bizane ku dengê azad bi zîndanîkirinê nayê tepisandin.

Tu carî kêfa PDK’ê ji dengê azad re nehatiye û her tim dengê azad wek çavkaniya eşkerebûna gendeliya xwe dibîne.”

Pîran Herkî got;Zîndanek bi ferehî 5 metre û dirêjiya wê 12 metre bû, em 150 girtî hebûn.

Di nava girtiyan de mamosteyên zanîngehê, rojnamevan, endazyar, diz û bazirganên amurên hişber hebûn. Armanca wan xerakirina deruniya me bû.

Di Girtîgeha Giştî ya Hewlêrê de bi tu awayî kitêb û çavkniyeke nûçeyan tune bû. TV’yên ku hebûn jî tenê hin kanalên kêfxweşiyê bûn.

Herkî herî dawî got; Em heft caran derxistin ber dadgehê, doza me bê encam ma. Her çend gelek dadgeran daxwaza cezayê dikir jî, lê nedikarîn li ser me biryarekê bidin û me bêdeng bikin.