Sîrwan Rauf ciwanek pêşmerge û di heman demê de hûnermendekî ji bajarê Silêmaniyê bû.

Di sala 1963’an de li Taxa Çiwarbax di malbatek welatparêz û hejar de ji dayik bû.

Heya sala 1982an endamê Hizba Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê bû.

Di sala 1983an de ji aliyê rejîma BAASê hate girtin, hate êşkence kirin û di sala 1984’an hate berdan.

Sîrwan Rauf, eleqeyek mezin nîşanî têkoşîna azadiya li Bakûrê Kurdistanê dida.

Bi taybetî girêdanek dilsozî ya bi Rêber Abdullah Ocalan re hebû.

Dema ku Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hate girtin, Sîrwan Rauf, ev yek qebul nekir.

Sîrwan Rauf di 17’ê Sibata 1999’an de li ber Baxê Giştî yê bajarê Silêmaniyê, li dijî komploya navnetewî ya 15ê Sibatê agir berda bedena xwe û piştî 10 rojan li nexweşxanê şehd dibe.

Sîrwan Rauf, li nexweşxanê, ji rojnameyan re axivî û behsa armanca çalakiya xwe kir û got;

Ez weke hûnermendek wênekêş xwedî hestek netewî me. Ez bi dîlgirtina Rêberek Kurd gelek di êşim. Ji bo vê ez dixwazim hemû Kurdek bi taybet xelkê Başûrê Kurdistanê li hemberî zilm û zordariya li ser Kurdên Bakur bêdeng nemînin.

Bila li dijî komploya navnetewî ya li dijî Abdulah Ocalan xwedî helwest bin û şermezar bikin.

Ez bi çalakiya xwe gelek kêfxweşim, ev karê min yê herî kême ku min ji bo gelê xwe kiriye.

Çawa dibe rêberek Kurd li ber çavê hemû cîhanê, ji aliyê Emerîka û Ingilstanê ve radetsî dewleta Tirk bikin. Komployê hemû mafên Kurdan tune kirin.