Heta 1’ê sibatê 2024’an li Tirkiyê 272 girtîgehên girtî, 99 vekirî, 11 girtîgehên girtî yên jinan, 8 girtîgehên vekirî yên jinan û 4 cihên ji bo zarokan, bi giştî 403 girtîgehên girtî hene. Ji 303 hezar û 705 girtî û hikumxwarên li girtîgehan 12 hezar û 511 jê jin in.

Parêzera komeleya civaka sivîl a di pergala Înfaza Ceza Ozge Akyuz derbarê rewşa girtiyên jin de axivîn

Ozge Akyuz da zanîn jinên girtî bi polîtîkayên taybet tên tecrîd kirin û wiha got:

Ji 303 hezar û 705 girtiyan 12 hezar û 511 jin. Jinên girtî bi polîtîkayên taybet tên tecrîd kirin. Rola zayendî li ser jin û mêr tê ferzkirin. Li girtîgehan feraseta bavikalarî heye.

Di dema sewkê de girtiyên jin rastî lêgerîneke berfireh tên, gardiyanên mêr davêjin ser koxuşan. Derbarê binpêkirina de gelek gilî tên. Wekî girtiyên sewqî nexweşxaneyê tên kirin, heya dema muayeneya wan neyê di rîngê de bi awayekî kelemçekirî tên hiştin. Gava diçin hember bijîşk jî muayeneya kelemçekirî tê ferzkirin. Girtiyên ku vê red dikin bêyî bên dermankirin car din wan dibin girtîgehê.

Kotaya cilûbergan li hemû girtîgehan yek e. Şert û mercên avhewayê yên her herêmekê cuda ne, pêdiviyên mirovan diguherin. Dema şert û merc wek hev bibin, dibe binpêkirina maf. Xwarin kêm e, nayên xwarin. Pirsgirêkên pergala germkirinê û bêpere û nedana malzemeyên paqijiyê hene. Em dibînin ku girtiyên nexweş nikarin ji mafên xwe sûd bigirin.

Ozge Akyuz da zanîn, girtiyan dişînin cihên dûrî malbatên xwe û wiha got:

Girtiyan dişînin girtîgehên dûrî malbatên xwe, derbarê vê de gelek gilî tên ber destê me. Piraniya malbatan xizanin, derfetên wan nîne biçin serdanê. Bi mesrefa rê û pirsgirêkên mayinê re rû bi rû dimînin. Pêwendiya girtiyan a bi derve re ya bi rêya malbatê yan jî bi rêya telefonê çêdibe. Dema hevdîtina bi malbatê re tune be, pêwendî qut dibe.