Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê.

Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina bi Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Têkiliyai Rêber Apo ya bi derve re bi temamî qût bûye. Ti bersiv ji serlêdanan malbat û parêzeran re nayê dayîn.

Di hin rewşan de piştî bi mehan ji parêzeran re dibêjin ku cezayê disîplînê hene.