Namzeta Hevşaredariya Mûşê ya DEM Partiyê Tuba Sayilgan, ji JINNEWSÊ re axivî û got; Ez bi îlhama ku min ji pergala hevserokatiyê girtiye bûme namzet. Ez û hevalên xwe, em ê ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, her kolana Mûşê bikin qadên jiyana jinan.

Tuba Sayilgan, dizanîn ku ew di sala 1993’an de li gundê Hêting yê navenda Mûşê ji dayik bûye û got; Min Beşa Dermansaziyê ya Zanîngeha Mêrsînê xwendiye û li Mûşê dermanxane vekir û kar dikim.

Jinên Kurd îspat kirine ku ew jî dikarin di rêveberiyên civakê de cih bigirin û pirsgirêkan çareser bikin. Sîstema heyî jinan di nava malan de dîl digire. Em, dîlgirtina jinê red dikin.

Tuba Sayilgan diyar kir ku dewletê zimanê kurdî red dike û got; Li Mûşê kurdî tune tê hesibandin. Em ê li hemberî vê siyasetê têkoşinê bikin. Em ê derî bi derî, kolan bi kolan bigerin û civakê biguherin. Dema civak guherî, wê li zimanê xwe û nirxên xww jî xwedî derkeve.

Namzeta Hevşaredariya Ebexê Şengul Polat jî Ji JINNEWSÊ re axivî û got; Îradeya gel tune hat hesibandin û qeyûm tayin kirin.

Jinên Ebexê bi têkoşîna xwe tên naskirin û ew ê siyaseta qeyum mahkum bikin.

Şengul Polat dazanîn ku mahkum kirina qeyum, mahkum kirina desuhilatdariya faşîst ya AKP/MHPê ye û got; Wan sînorên Ebaxê kirine qada komkujiyan û bi sedan kesên bazirganiya sînor dikin kuştin.

Ebexê di warê dîrokê de jî malovaniya gelek şaristaniyan kiriye. Lê di salên dawî de polîtîkayên dewletê yên taybet, dîroka Ebaxê û nirxên wê, yên wekî ‘Vanadokya’ tune kirine.

Em ê bi jinên re li her qadê cih bigirin û bi yekîtiyek xurt, aillê kujer yê dewleta mêr mahkum bikin.