Îro, runiştina Doza Kobanê hebû, namzeta hevşaredariya DEM Partiyê ya Enqerê Gultan Kişanak ji Girtîgeha Kocaelî, bi riya SEGBÎS’ê tevlî runiştinê bû.

Gulten Kişanak parastina xwe kir û got

Weke namzeta hevşaredariya DEM Parti ya Enqerê diaxivim. Demokrasiya vî welatî bi sindoqê hatiye bisînorkirin û mîsogeriya sindoqan jî nîne. Dîlgirtîna min jî nîşaneya vê rastiyê ye. Reqîbên min li qadan e û ez girtî me û nikarim dengê jinan, xizanan, gel û dîlgirtiyên di hucreyan de bînin ziman.

Mixabin li Tirkiyê, cihê siyasetmedarên muxalîf girtîgeh in. Ez mînak im. Ji ber em dixwazin li Tirkiyê rêyeke nû vekin, gelek caran pirsa ‘rêya 3. çi ye’ ji me dikin. Em dibêjin, riya 3’an demokrasiya rasteqîn e û mafên demokratîk e.

Beriya 7 salan û nîvan, îradeya gelê Amedê hate xesp kirin. Îro jî, ji bo ku ez di navbera Amed û Enqerê de pira aştiyê ava nekim, dadgeh biryara berdana min nade. Ev jî tê wateya dîlgirtina vîna gel û tirsa ji aştî û demokrasiyê.

Ji ber ku derfetên me nînin ez nêrînên xwe bi awayekî azad bigihînin gel, yekemîn car e bi riya dadgehê dengê xwe digihînim gel. Ev şerma dewletê û dadgeriyê ye.

Di 28’ê Sibata 2015’an de Mitabeqeta Dolmabahçe ji gel re hate ragihandin. Wê demê me teva bawer kiribû ku wê pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk çareser bibe. Em ji bo vê yekê xebitî bûn. Me dixwest pirsgirêka ku bi qasî dîroka komarê kevne werê çareser kirin.

Lê îradeya civakan li ber çavan ne hate girtin. maseya aştiyê qelibandin û şerê taybet dane destpêkirin û bune sedema kuştina bi hezaran mirovan. Lê divê werê zanîn tu kes, tu hêz nikare xwe li hemberî heqîqetê bigire.

Gulten Kişanak destnîşan kir ku siyaseta li Tirkiyê tê meşandin rezalet e û got; Dibêjin sendok misogeriya demokrasî ye. Lê şerm nakin, piştî îradeya gel a ji sindoqê derket, bi qeyumên xespkar desteser dikin. Tu bahane vê kiryara qirêj meşrû nake. Bila werê zanîn ku emê heta dawî li reş îradeya gel cih bigirin.

Pirsgirêka yekemîn a li vî welatî pirsgirêka Kurd e û ya din pirsgirêka jinan e. Ev her du mijar, bingeha siyasetê ne. Lewma min xwest van her du mijaran bixim rojeva paytextê. Tevî hemû xerabiyên ku li me hatine kirin jî, em di welatê hevpar û hemwelatîtiya azad û wekhev de israr dikin. Lewma dibêjim; li Enqerê êdî dem dema DEM’ê ye.