Li bajarê Kobanê bi boneya salvegera Roja Kobanê ya Cîhanê ya piştgiriya bi berxwedana Kobanê re şahiyek hate lidarxistin. Şahî li Qada Şehîd Egîd pêk hat.
Beriya şahî dest pê bike bi hezaran welatiyan li dijî êrîşa artêşa Tirk a dagirker a li ser Kobanê û Girê Spî xwepêşandanek li dar xist û ji Qada Jina Azad ber bi qada şahiyê ve herikîn. Bi hezaran rayedar û şandeyên ji seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nûnerên rêxistin, partiyên siyasî û welatî beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de siyasetmedar û rayedar axivîn û pesna berxwedana dîrokî ya şervanên YPG’ê û YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê da û diyar kir ku berxwedana Kobanê veguherî xala destpêkirina tunekirina terorê. Di axaftinan de êrîşa Tirkiyeyê li dijî Kobanê û Girê Spê bi tundî hate şermezarkirin û diyar kirin ku ev êrîş di çarçoveya alîkariya çeteyên DAIŞ’ê de ye. Fermandarê YPG’ê Heqî Kobanê diyar kir ku ew ji parastina herêmên xwe re amade ne.
Hevseroka MSD’ê Emîne Umer jî bang li civaka navneteweyî kir ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin û li hemberî van destdirêjiyên Tirkiyeyê derkevin.
Di şahiyê de gelek dîmenên hunerî ji aliyê Komîna Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ve hatin pêşandan. Navenda Şopdarên Rojê jî pêşangeheke wêneyan ku berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vedibêje li rex şahiyê li dar xist.
ANHA