TEV-DEM’ê bi boneya serhildana 12’ê adarê, daxuyanî da, kesên 2004’ê di serhildana 12’ê adarê ya Qamişlo de jiyana xwe ji dest dane biranî û wiha got:

Serhildana 12ˊê Adara 2004ˊan bû çirûska berxwedanê û li tevahî bajarên Rojava û bajarên mezin ên Sûriye û paytext Şamê belav bû.

Ev berxwedan, li hember siyasetên rejîma BAASê ya şovenîst serketinek bû.

Bûyera li Qamişlo, lîstokek siyasî ya metirsînî bû. Ev planê qirêj berhema faşîstên Tirk û faşîstên BAASê bû ku li Edenê hatiye amade kirin. Xwestin gelê Kurd û gelê Ereb bînin pêşberî hev û şerê gelan bidin dest pê kirin. Lê gelê berxwedêr bi lehengî li berxwedan û rê li ber planê qirêj girtin.

Vê jî, rûpeleke nû di dîroka gelê me de vekir û dewleta Tirk a dagirker û desthilatdariya faşîst ya Şamê têk birin.

TEV-DEM’ê da zanîn xebatên diyalogê ji ber destdirêjin dewleta Tirk û paşverûtiya desthilardariya Şamê ketine nava astengiyên mezin. Ev jî dibe sedem, krîza li Suriye kûr û dijwar bibe û wiha got:

Wekî gelê li Sûrî em ê li dijî dagirkeriya Tirk têkoşînê bikin. Divê rejîma Şamê jî, bi awayekî realîst tevbigere da ku tiştên ji Sûriye mayî ji karesatên siyasî û neteweyî yên muhtemel biparêze.

Rejîma Şamê lazime bi avakirina diyalogelek neteweyî û di çarçoveya pergala demokrasî de xwe biguhere, vîna gelên azad li tevahî Sûriye qebûl bike.