Şêwirmendê berê yê Wezareta Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Cebar Yawer, ji ROJNEWS’ê re axivî û bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê da .
Cebar Yawer anî ziman ku dewleta Tirk heta niha qanûnên navneteweyî li ber çavan negirtiye û got: Dewleta Tirk ji ber sedemên ne rast hewl dide bi kûrahiya 40 kîlometreyî derbasî xaka Herêma Kurdistanê bibe. Bi taybetî jî armanc dike ku bikeve herêmên nêzî Qendîl û Silêmaniyê.
Li gorî nexşeriya ku ji aliyê Wezareta Berevaniya Tirkiyê ve hatiye weşandin, 87 navendên leşkerî yên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hene.
Cebar Yawer, desthilatdariya Iraqê jî rexne kir û got:
Heya niha desthilatdariya Iraqê derbarê êrîşên hewayî de ti helwest nîşan nedaye. Car caran bi kûrahiya 300 kîlometreyî dikeve xaka Iraqê. Bêdengiya desthilatdariya Iraqê nîşan dide ku di navbera dewleta Tirk û desthilatdariya Iraqê de lihevkirinek pêk hatiye.
Eger ne wisa jî be, wê demê bêdengiya Iraqê ji bo lihevkirina ewlekarîya di navbera Bexda û Tirkiyê de rê xweş dike.