Bi sedan welatiyên li Parka Îbn-î Mîrza kom bûn, meşale vêxistin û bi pankarta “Newroz pîroz be, Rabe!” dest bi meşê kirin.

Di meşê de beşdaran dirûşmên “Bimre koletî, bijî azadî”, “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Newroz” berz kirin.

Meşa bi meşale, heta pêşiya buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê dewam kir.

Namzetê hevşaredariyê yê Kolikê Osman Ozbek axaftinek kir û got;

Newroz, berxwedana Kawayê Hesinkar ya li dijî zilmê ye. Îro jî, Kawayen hemdemî li dijî Dehaqên serdemê têkoşînê dikin.

Piştî axaftinê, pîrozbahî bi dahol û zirne û govendê dewam kir.

Li navçeya Colemêrg Geverê jî, Newroz, bi pêşengiya ciwanan hate pîrozkirin.

Piştî agirê Newrozê hate vêxistin û fîşekên hewayî teqandin.