Bi hezaran gelê kantona Qamişlo bi wesîleya 1‘ê Mijdarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kobanê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakurê Sûriyê meşek lidar xistin.

Hemû pêkhatyên kantonê Kurd, Erebe, Suryan û Êzidî tev li meşê bûn. Meş ji ber Navenda Kongreya Star a navçeya Tirbesiyê destpê kir.

Meş ji ber navendê destpê kir û li çerxerêya Azadî ya navçeyê veguhrî mitîngê.

Di mitîngê de yek ji rêveberên Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Asiya Abdullah axivî û destnîşan kir ku berxwedaniya Kobanê berxwedaniyek mirovahî bû, şervanên YPJ/YPG`ê li dijî çeteyên DAIŞ`ê berxwedaniyek bêhempa meşandin.

Asiya Abdullah diyar kir ku berxwedaniya Kobanê bi saya lehengên mîna Arîn Mîrakan û hevgirtina pêkhateyên wê bi ser ket û wiha got: “Berxwedana Sedslala ya Kobanê ji cîhanê re isbat kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî ji koletiyê re na tewîne û heta dawiyê ji bo azadiyê xwe wê şer bike.”

Asiya bal kişand li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker piştî binketina çeteyên DAIŞ‘ê li Kobanê, Reqa û Dêrazorê êrîşê herêmên bi ewle yên Bakurê Sûryê dike, da ku zextê li ser çeteyên DAIŞ`ê li herêmên Dêrazorê kêm bike. Asiya Abdullah anî ziman ku armanca dewleta Tirkiyê ew ku biratiya gelan a hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe.