Hevserokê Giştî yê DBP Keskîn Bayindir, ji bo encama hilbijartina Şirnexê, li avaniyê DEM Partiyê de daxuyaniya çapemeniyê.

Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez û hevserokên bajar tevlî daxuyaniyê bûn.

Keskîn Bayindir got: Bi ser 10 hezaran leşker û polîs veguhestin Şirnexê. Li dijî vê gel li ber xwe da û vîna xwe danî holê. Şaredariya Şirnexê vîna gelê Şirnexê û vîna DEM Partiyê ye. Divê li dijî evqas bêhiqûqiyan tu partî, saziyên sivîl û rêxistinên hiqûqê bêdeng nemînin.”

Pêkanînên li Kurdistanê nayên qebûl kirin, gelê Şirnexê jî qebûl nake. Ji serê sibehî ve gelê Şirnexê, ji 7 salî heta 70 salî ji bo xwedî li vîna xwe û partiya xwe derkeve li ser piyan e. Li hemberî me, tenê weke partiyeke siyasî AKP nîne, em bi feraseteke faşîst ku bi leşker, polîs û burokrasiya dewletê evder kiriye navenda şer re rûbirû ne.

Em ê destûrê nedin kesên dixwazin vîna gelê Şirnexê xesp bikin.

Bayindir bang li kesên li cem AKP’ê û MHP’ê cih digirin kir û got: “Heke şeref û xîreta we hebe hûnê li cem gelê Şirnexê cih bigirin. Heke hûn ê bibin alîgirê zilmê. Li Şirnexê hêj hilbijartin xelas nebûne, ji sedî 30 sindoqên me li benda hejmartinê ne. Wateyeke ku hiştina heta nîvî şevê heye. Dixwazin bi hezaran mirovên me bişînin û bêdengî xelas bikin.

Ez dixwazim bang li raya giştî ya Tirkiyê bikim; Heke qala demokrasiyê, hiqûq û mafê mirovan bê kirin navnîşana ewil Şirnex e. Tevî veguhestina bi hezaran leşker û polîsan gelê Şirnexê heta vê saetê vîna xwe daniye holê. Dîrokê heta niha rê li ber van zilman venekiriye.