DEM Partiyê li Rihayê yek ji encamên herî serketî yên demên dawî bi dest xist û li Rihayê 7 şaredarî bi dest xist.

Li Cirnê Reş, namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Serhan Paydaş û Garîp Yeşîl zêdetirî dengan bi dest xistin.

Gel ji, bi gotna “me qeyum di sendoqan de mahkum kir,” dest bi şahiyê kir

Li navçeya Bêrecûkê jî, namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Mehmet Begît û Bêrîvan Îlkaya Mana, zêdetirî dengan wergirtin û serketin

Li navçeyê pîrozbahî didomin.

Li navçeya Xelfetiya ku Rêber Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, namzêdên DEM Partiyê, Nehmet Karayilan û Saniye Bayram zêdetirî dengan wergirtin û bûne hevşaredar.

Li Weşanşarê jî, Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Bedriye Yorgûn û Serhat Dîcle Înan zêdetirî dengan wergirtin weke hevşaredar hatin hilbijartin.

AKPew jî di rêûza duyemîn de ma.

Li navçeya Pirsusê, namzêdên DEM Partrîm Ayten Kaya û Muslum Baran

Li navçeya Hewagê jî, namzêdêdn DEM Partî Îsmaîl Yildiz û Aygul Kapikaya,

Li navçeya Serê kaniyê jî, namzêdêdn DEm Partî Ugur Kahraman û Rahşan Yazar bi piraniya dengan serketin û bûne hevşaredar.