Şaredariya Dêrikê ku du serdem in tê dagirkirin, bi rêjeyeke bilind a dengan kete destê DEM Partiyê.
Namzetên DEM Partiyê yên hevşaredariyê Songul Ozbahçecî û Cengîz Temellî, ji sedî 60.90 ê deng girtin û serketin.
Xelkê Dêrika Çiyayê Mazlî li ber buroya hilbijartinê li hev kom bû û bi coşeke mezin serketina xwe pîroz kir.
Piştî axavtina hevşaredaran, fîşekên hewayî hatin teqandin.
Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin qîrîn.