Gelê Kobanê ji bo silavkirina serketina DEM Partiyê li navenda bajêr bi wesayîtan geriyan û piştre berê xwe dan qada Jina Azad.
Welatiyan li qadê şahî li darxistin, bi gerandina govendê serketina DEM Partiyê silav kirin.
Endamê Tevgera Ciwanê Şoreşger a Kobanê Mihemed Ehmed got: Dagirkeriya ku li ser Kurdan qirkirin pêk dianî li hemberî vîna gelê me yê Bakurê Kurdistanê têk çû, bi bin ket.
Diyare ku fikir û felsefeya Rêber Apo bi ser ketiye.
Gelê Bakurê Kurdistanê di şerê Kobanê de piştgirî da gelê Kobanê, em ê jî heta dawiyê li pey gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê bin.
Şahî bi girêdana govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.