Meşa Paskalya ya her sal li Swisre, ji aliyê dêrên Katolîk ên li Kantona Bernê ve tê organîzekirin, îsal jî pêkhat.
Mijara meşa îsal “Aştiya Cîhanê” bû.
Kurdistaniyên li kantonê jî bi pankarta “Ji Rêber Apo re azadî” tevlî meşê bûn.
Endama Konseya Neteweyî ya Partiya Keskan Marîonna Schlatter axavtinek kir,
Bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî patronên bi mirinê serweriya xwe li ser gelan ferz dikin rabin ser xwe û got:
Divê şerê ber bi çekên nukleerî ve diçe demildest werin rawestandin.
Gel piştî axavtinê li ser Çemê Aare û heta qada Mûnsterplatzê meşiyan.
Kurdistaniyên tevlî çalakiyê bûn, ji bo piştgirîya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” parkart vekirin.
Hevserokê Komîteya Swîsre Necdet Atalay diyar kir ku ew ê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li tevahiya cîhanê, bi taybetî li Swîsre belav bikin.
Meşa Paskalya ya îsal aştî ye, em jî wek gelê Kurd, aştiyê dixwazin. Dewleta Tirk, li dijî Kurdan çekên kimyewî bikar tîne. Em ê rûdena rast a dewleta Tirk teşhîr bikin.