Nerazîbûna li hemberî desteserkirina îredaya gelê Wanê û bijartina Abdullah Zeydan her diçe zêde dibe.

Hiqûqnas û aktîvîstên mafên mirovan jî, nerazîbûn nîşanî desteserkirina îradeyê dan.

Serokê berê yê ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş got: Di pêvajoya hilbijartinê de ji daxuyaniyên Erdogan dihate fêhmkirin ku wê ev êriş bê kirin. Planekî qirêj heye. Eşkere ye ku dewama vê wê hebe. Ji bo desteserkirina şaredariyên din jî wê serlêdanê bikin. Tê gotin, têkildarî şaredariya Rêya Armûşê serlêdan kirine. Erdogan bi taybetî di axavtina xwe ya li ser ‘Bila DEM Partî xwe îspat bike’ de diyar dikir ku wê her cûre êrîşên bêhiqûqî bikin.

Êrîşek topyekûn û berfirehe. Divê gel, hiquqnas û her kes helwesta xwe nîşan bide.

Parêzer Cemal Demîr jî diyar kir ku li ser îradeya gelê Wanê erîşekê heye û got; Ev êrîşa nehiqûqî, berê jî dikirin, îro jî dubare dikin. Biryar hem li dijî hiqûqê ye hem jî ne exlaqî ye.

Rêveberê ÎHD’ê Wanê parêzer Sînan Heval Aras jî got:

YSK mafê hilbijartinê da Zeydan. Ev biryar misoger bû. Lewma li gorî vê biryarê ji bo şaredariyê serlêdana namzetiyê hate kirin. Eger kêmasî hebûya û astengî li pêşiya Zeydan hebane pêwist bû YSK biryar dabane. Hemû belge li gorî ûsûlê hatin amadekirin. Lê Wezareta Edaletê ferman da Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê û kir ku biryareke din bide. Ev ne normal e û li holê karekî bi temamî li dijî qanûna hilbijartinê ye heye.”