Li bajarê Wanê li dîjî xespkirina îradeya gel çalakiyên protestoyî doh dest pê kirin, heta danê paşîvê domkirin.
Lê polîsên dewleta Tirk, li kolana Cumhuriyet, Ordu, Maraş, Mîllî Egemenlîk, Akkopru, Îkînîsan, Kişla, Orhan Dogan bi kîneke mezin êrîşî gel kirin.
Di çalekiyan TOMA’yek hate şewitandin.
Piştî paşîvê jî welatî çûne malên xwe. Polîs jî bi zorê ketin malên welatiyan û bi awayekî rasthatî gaz avêtin hundirê malan û eşkence li welatiyan kirin.
Gelê Wanê, li dijî zordestiya polîsên Tirk, vê sibehê dirabeyên dikanên xwe venekirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, nûnerên rêxistinên civakî û gelek kes wê tevli meşa li Wanê bibin û li Parka Feqiyê Teyran daxuyaniyekê bidin.
Desthilatdariya AKPê, ji bo ku berteka gel asteng bike, hile û darbeya xwe ya siyasî bi zorê bide qebul kirin, ji tevahiya bajarên derdoran bi hezaran polîs şiyandin Wanê.
Wezsaîtên zirxî û TOMA li tevahiya ketina kolanên bajêr de hatien bich kirin.