Hejmareke partiyên siyasî Suryan, Asur û Kildan bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar kirin û gotin, Tirkiyê bi van êrîşan hewl dide DAIŞ ji nû ve zindî bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Wekî partiyên siyasî yên Suryan, Asur û Kildan em êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyê şermezar dikin û wekî xeteriyekeê li ser tevahî gelên herêmên dibînin. Ji ber êrîşê di pêvajoyeke têne kirin de ku Sûriyê ji rewşa şer û aloziyê gavên ber bi armaniyê ve di avêjin. Armanca van êrîşan ew e Pêngava Bagera Cizîrê ya Şerê Tinekirina Terorê asteng bike. Tirkiyê bi van êrîşan xwe dixwaze rêxistina tororîst a DAIŞ‘ê ji nû ve zindî bike û bi desteka xwe ya ji DAIŞ‘ê li hemberî tevahî cîhanê disekine.
Li ser vê yekê em bang li civaka navdewletî dikin ku li hemberî polîtkeyên Tikiyê bisekine, ku zirarê dighîne aştî û aramiya li Rojhilata Navîn, da ku gelê Sûriyê dest bi pêvajoya avakirina dewletek demokratîk, dûrî destwerdanên derve, bike.”
Partiyên daxuyanî dane ev:
Partiya Yekitiya Suryan a Sûriyê
Partiya Yekitiya Beyt Nehrên a Niştimanî ya Iraqî
Partiya Suryan a Ewropî
Partiya Suryan a Amerîkî
Yekitiya Jinên Suryan li Sûriyê
Yekitiya Jinên Beyet Nehrên
Partiya Yekitiya Suryan a CÎhanî