Federasyona Civakên Azad ên Mezopotamya li NRW (FED-MED NRW) têkildarî derbeya AKP’ê ya li Wanê daxuyaniyek nivîskî weşand.

“Desteserkirin û destwerdanên şaredariyên bi vîna azad a gelan ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê ve, baweriya me ya bi demokrasiyê dixe bin gumanan.”

Ev bûyerên ku li Wan, Hîlwan, Şirnex, Bedlîs, Qers û gelek cihên din qewimîne neheqiyeke mezin e li hemberî demokrasî û vîna gel.

Di vê pêvajoya dijwar de banga me ji hemû welatiyên me re eve ku Demokrasî, vîna gelan û azadiyê biparêzin!

Li kolanan werin cem hev û mafên xwe yên demokratîk bi awayekî herî xurt bi kar bînin.

Li dijî van pêkanînên dijhiqûqî yên desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê divê em bi hev re têbikoşin.

Tevahî pekhate meclîs û komunên federesyona me werin em ji bo aştî û aramiya welatê xwe piştgiriyê bidin demokrasî, azadî û edaletê. Em bi hev re xurt in, em ê bi hev re bi ser bikevin.