Piştî biryara Lijneya Bilind Hilbijartinê (YSK) ya ji bo dayîna mazbataya namzêdên DEM Partî Abdullah Zeydan, bi sed hezaran kes ji bo pîrozkirina serketinê herikîn Parka Apê Mûsa.
Di destpêkê de, Hevşaredara Wanê Neslîhan Şedal axivî û got: Ev serketin ya we ye, pîroz be. Ji niha û pê ve wê tu kes nikaribe vîna we xesp bike. Êm bi serketin ciwan bûn û ya bi ser ket jî ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Me pir li ber xwe da û em ê sibê kuçeyên xwe ji çopên qeyûm paqij bikin.”
Piştre Hevşaredar Abdûllah Zeydan axivî û got: Wê rûmet û şerefa Wanê parast. Em zarokên vî gelê birûmet in û serbilind in. We tevî hemû zextan û tevî hemû sozên pereyan jî nîşan da ku gelê kurd xwedî rûmeteke mezin e. We bidestxistina her 14 şaredariyan peyamek da cîhanê.”
Piştre, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari axivî û got: “Em weke hemû hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyê, di hesreta welatekî demokratîk de ne. Îro YSK’ê ji xeletiyek pir girîng vegeriya. Vîna gelê Wanê nas kir. Ev jî bi saya we çêbû. Hun her hebin.
Piştre Hevserokê giştî yê DEM Partî Tuncer Bakirhan axivî û got: We careke din îspat kir ku têkoşîna hêvalên Bekir Kaya û Nazmî Gur û lehengên di zindanan de vala neçûne. Hun li berxwedana wan xwedî derketin û zalim mahkum kirin. Em ê bi ser bikevin, gelê me demokrasî û azadî bi serbikeve.
Hevserokê Giştî yê DBPe, Keskîn Bayindir jî rojbûna RêberAbdullah Ocalan pîroz kir û got: Li Wanê hesabên şaş têk çûn. We li ber xwe da û rûmeta xwe û rûmeta gelê Kurd parast. Em wek gelê Kurd xwedî rêber, gel û hêzeke mezin in. Ev hêz û berxwedan bi felsefeya Birêz Abdullah Ocalan çêbû. Em bi felsefeya Birêz Abdullah Ocalan bi ser ketin. Rojbûna Birêz Abdullah Ocalan, rojbûna we pîroz be.”