Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hewldana desteserkirina vîna gelê Wanê, daxuyaniyek da

KCK’ê da zanîn desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê, têkçûna xwe qebûl nekir, hewl da vîna gelê Wanê desteser bike û wiha got:

Ev hewldan di encama berxwedanê de vala hate derxistin. Berxwedan û serketina dîrokî ya li Wanê, encama hevgirtin û keda hemû gelên Tirkiyê de bû. Em vê berxwedana mezin, watedar û dîrokî ya gelan pîroz dikin û silav dikin.

Serketina li Wanê serketineke rasteqîn a demokrasiyê ye. Li dijî hewldanên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên ji bo sazîkirina faşîzmê, sekna demokratîk a gelan gavek dîrokî ye û rê li ber demokratîkbûna Tirkiyê vekir.

KCK’ê got; AKP-MHP’ê tenê zilmê li gelê Kurd nake, li tevahiya gelên li Tirkiyê dike. Ked, xwêdan, çavkanî û nirxên Tirkiyê îstîsmar dike, civakê bi zextên faşîst diçewisîne û ber bi birçîbûn û xizanî ve dikişîne.

Li hemberî daxwaza herî biçûk a demokratîk jî tehemul nake, di bin navê têkoşîna li dijî Kurdan de Tirkiyê ji demokrasî û azadiyê bêpar dihêle, siberoja Tirkiyê didize, tarî dike.

Têkoşîna gelan a li dijî vê zilm û îstîsmarê, di esasê xwe de yek e, hevpar e. Gelê Kurd li dijî înkar, nîjatperestî û faşîzmê têkoşîna azadî û demokrasiyê dike. Çareseriya pirsgirêkên xwe di demokratîkbûyîna Tirkiyê de dibîne û ji bo vê têdikoşe.

KCK’ê da zanîn demokratîkbûna Tirkiyê ne tenê daxwaza gelê Kurd, daxwaza hevpar a gelên Tirkiyê ye û wiha domand.

Ev yek bi xurtî li Wanê bi pratîk bû. Li Wanê ne tenê vîna gelê Wanê, îradeya tevahiya Tirkiyê rizgar bû.

Hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, rewşeke nû derxist holê. Zext û hîle encam negirt û faşîzma AKP-MHP’ê têk çû. Yên bi ser ketin gel û hêzên demokrasiyê ne.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê plan kir ku vîna gelê Wanê desteser bike, li hemû Bakurê Kurdistan û Tirkiyê dest dane ser vîna gel. Lê hesabê faşîzmê bi ser neket, hevgirtin û berxwedana gelan ev hesab vala derxist.

Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, ferz dike ku hêzên demokrasiyê yekîtiya xwe zêdetir pêş bixin. Ev serketina li dijî faşîzmê encama têkoşîna hevpar û hevgirtinê bû. Bi temamî têkbirina zîhniyeta faşîst a nîjadperest, paşverû, diz, talanker û pêşxistina demokratîkbûna Tirkiyê ancax bi xurtkirina têkoşîna hevpar û hevgirtinê dikare pêk were. Em bang li gelan û hêzên demokrasiyê dikin, yekîtiya xwe xurt bikin.