Hevşaredarên Depê yên DEM Partiyê mazbatayên xwe girtin û çûn şaredariyê. Şaredarê berê jî bi bêdengî û ji nişka ve ji şaredariyê çû.
Hevşaredarê Depê yê ji DEM Partiyê Cafer Ogûr ji ANF’ê re axivî û got; Piştî ku mazbata girtin û çûn şaredariyê, şaredarê AKPyî newêrabû derkeve pêşiya me. Rabû û bêyî xwe şanî kesî bide, reviya çû. Wî nexwest bi xwe, bi karmendên xwe şaredariyê teslîmî me bike.
Bêguman me şaredarî girt, lê me deyn û karesata hiştine qebûl nekirine. Piştî ku me her tişt eşkere kir, em ê îmze bikin. Li aliyê din eger gelê me di vê pêvajoyê de xwedî li mafên xwe dernekeve wê bi qeyûmekî nû bixwazin êrîş bikin. Divê gelê me timî hişyar be.”