Li gundê Bokrîskan yê Binarê Qendîlê, bi pêşengiya Encûmena Gel ya li Binarê Qendîl û Şaredariya Binarê Qendîlê, rojbûna Reber Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û şitil hatin çandin.
Di dema pîrozbhiyê de, Endama Encûmena Gel Ronahî Hisên axivî û got: “4’ê Nîsanê roja dayîkbûna mirovahiyê ye, em vê rojê destpêkê li Rêber Apo, li hemû Gelê Kurd û gelên azadîxwaz pîroz dikin.
Bi vê mebestê em silavên xwe ji berxwedêrên li Bakurê Kurdistanê , ji gelê Wanê re dişînin.
Îro Rêber Apo pêşengtiyê ji mirovahiyê re dike, em jî ji Rêber Apo fêrî têkoşîn û berxwedanê bûn, me xwe nas kir.
Ronahî Hisên got; Şoreşgêren Kurdan hemû bi destê xiyanetê bêdeng bûn, lê îro bi fikir û felsfeya Rêber Apo, bi têkoşîna ku fêrî gelê Kurdan kir, em dikarin bigihin asteke ku li hemû Kurdistanê têkoşinê bikin. Ev têkoşîn wisa li dagirkeran kir ku hebûna îradeya gel bibînin, îro ji bo gelê Kurd rojek watedar e û pêwîste em hemû xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin.
Piştî axaftinan şitil hatin çandin û dirûşme hatin berz kirin.