Ji fermandarên YJA Starê Hêlîn Bêrîtan, têkildarî fermandarê efsanewî Egîd (Mahsûm Korkmaz) ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku fermandar Egîd bi sekin, taktîkên xwe yên şer û dilsoziya bi Rêbertî re bû mînak û ji serketinê re bû pêşeng.
Fermandar Hêlîn Bêrîtan got; Hevalê Egîd li Kurdistanê tirs kuşt û wêrekî xist dilê her kesî. Bi hezaran Gerîlayên jin û mêr hene ku bi ruhê hevalê Egîd tevdigerin. Yê ku di Gerîlatiya modernîteya demokratîk de, tirseke mezin dixe dilê dijmin ruhê hevalê Egîd e.
Desthilatdarî û artêşa Tirk li ber tinebûnê ye, çi dikin bila bikin ew nikarin bi şervanên hevrêyê me Egîd.”
Fermandar Hêlîn Bêrîtan bal kişand ser operasyonên şoreşgerî yên Gerîla û got Gerîla di her kêliyê de nêzî dijmin e, divê bi vê zanibin. Kengî, li ku derê wê hêzên dagirkar bide ne diyar e. Gerîla berê xwe daye serketinê, bi ruhekî serketinê êrişan dike. Şerê li Avaşîn, Zap û Metîna bi daxwaza mezin, berxwedêrî û serweriya taktîkê ya hevriyên me ber bi serketinê ve diçe.
Em dilsozê armanca xwe ya misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe ne.”
Ji fermandarên YJA Starê Hêlîn Bêrîtan herî dawî got; Dijmin di mijara taktîk û balafirên keşfê de gelekî ji xwe bawer dikir, lê mîna ku fermandarên me jî eşkere kirin, Gerîla li hemberî balafirên keşfê sîstema fuze afirandin. Ne gelê me, ne jî Gerîla mîna berê nînin. Gerîla bi teknîk û taktîka nû pêşketinên mezin bi dest dixin.