Li Xelfetiya, tevî ku dengên veguhestî û nelirêtiyan jî, DEM Partî bû yekemîn.
Lê balkêş e ku di nîvî şevê de hin ji malzemeyên şaredariyê hatin dizîn.
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, dîmenên diziya amurên şaredariya Xelfetiyê, li ser hesaba xwe ya X parve kir û got;
Feraseta qeyûm di van saetan de li Şaredariya Xelfetiyê diziyê dike.
Divê gelê me yê Xelfetiyê bi aql-i selîm tevbigere. Dîmen hene. Em ê giliyê kesên ku malê gel didizin bikin.
Di dîmenan de tê dîtin ku di tariya şevê de kamyoneteke ku nêzî avahiya şaredariyê kirine ji aliyê 4-5 kesan ve, hin evraq û amur tên barkirin.
Hejayî bi birxistinê ye ku Lijneya Hilbijartinê ya Rihayê li ser îtîraza AKP’ê li Xelfetiyê hilbijartin betal kiribû û biryar girtibû ku hilbijartin jinûve bê kirin.
Lê YSK’ bilind, îtîraza DEM Partî qebûl kir û biryara nûkirina hilbijartinên li Xelfetiyê rakir.
Namzêdên DEM Partî wek hevşaredarên Xelfetiyê hatin qebûl kirin.
Hate zanîn hevşaredarên Xelfetiyê îro li gorî dema Amedê saet 16’an de mazbatayên xwe bigirin.