Di şahiyê de pirtûka nivîskar Mahîn Şêxanî ya bi navê “Yilmaz Guney” û komçîroka helbestvan Xemgîn Remo ya bi navê ˊWerzên Êgirˊ hatin pêşkêşkirin.

Her du pirtûk hatin îmzekirin û li beşdaran hatin belavkirin.

Pirtûk ji aliyê helbestvan û çîrokbêj Mahîn Şêxanî ve bi zimanê Erebî hatiye amadekirin.

Pirtûk ji 80 rûpelan pêk tê û ji aliyê weşanxaneya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ve hatiye çapkirin.

Pirtûk li ser jiyana hunermend û derhênerê sînemayê Yilmaz Guney ji zaroktiya wî heta bi xebat û berhemên wî yên hunerî ye.

Ew komçîrokên helbestvan Xemgîn Remo bi zimanê Kurdî ye.

Pirtûk ji 132 rûpelan pêk tê û her wiha ji aliyê HRRK’ê ve hatiye weşandin.

Çîrok ji xeyala nivîskar in, lê xwe dispêrin rastiyê.

Li ser zulm û zordestiya li ser gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê ye û hin çîrokên li ser rewşa Sûriyeyê piştî 2011’an jî tê de hene.