Pirtûka Abdullah Ocalan Şaristanî, Xwedayên Bi Maske û Serdema Qralên Veşartî ku herî dawî li zimanê ermenî hate wergerandin, li Kompleksa Perwerdehiya Erîvanê Mkhîtar Sebasatsî ji bo xwendekaran danasîna wêhate kirin.
Mamosteyên dibistanê û bi dehan xwendekar di merasîma danasînê de amade bûn.
Dîroknas Armen Voskanyan, Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan û rojnameger Lianna Mihoyan weke axaftvan beşdar bûn.
Armen Vosnakyan diyar kir, “Ev pirtûka ku Abdullah Ocalan di sala 2004’an de di bin şert û mercên zindan û tecrîdê de nivîsand, ji gelek aliyan ve bi wate û bi nirx e. Pirtûkên ku ji 5 cildan pêk tên, berhema lêkolîn û xebateke berfireh in. Her mijarek bi kûrahî û berfireh hatiye gotûbêj kirin.”
Vosnakyan anî ziman ku di pirtûkê de tevî ku 20 sal berê hatiye nivîsandin jî pêşbîniyên cidî yên derbarê roja îro de hene û wiha dewam kir: “Abdullah Ocalan beriya 20 salan di pirtûkên xwe de rewşa îroyîn nivîsandiye. Dema ku me ewil xwend, me bi zehmetî bawer dikir ku wî ev pirtûk 20 sal berê nivîsandiye. Pêşbîniyên wê demê yên Abdullah Ocalan îro yek bi yek derdikevin holê.”
Rojnameger Lianna Mihoyan jî got, “Di têkiliyên Kurd û Ermenan de jixwe pirek hatiye çêkirin. Ev têkilî bi saya vê pirtûka Abdullah Ocalan û bi giştî felsefeya ku daye pêş me hîn xurtir dibe.”
Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan jî li ser paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan axivî û got:
“Abdullah Ocalan sîstemeke konfederal afirand. Ev sîstem êdî ji aliyê hemû kesên bindest û ji bo wekhevî û edaletê têdikoşin tê qebûlkirin. Kapîtalîzm niha di nava xitimandineke mezin de ye. Gel ji bo xwe ji krîzên kapîtalîzmê afirandiye rizgar bikin, di bin şert û mercên pir dijwar de li jiyana nû û azad digerin. Yekane navnîşana jiyaneke nû, azad, wekhev û adil di felsefe û ramanên Rêber Abdullah Ocalan de ye.
Di dawiya çalakiya danasînê de pirtûka Şaristanî, Xwedayên Bi Maske û Serdema Qralên Veşartî wek diyarî li xwendekaran hat belavkirin.