Serokê ÎHD’ya Amedê Ercan Yilmaz, li ser çalakiya girtiyên azadiyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û nobetên edaletê yên dayikan axivî.

Ercan Yilmaz anî ziman ku girtî ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêvajoya muzakereyê destpê bike, di nava çalakiyan de ne û got: “Di greva birçîbûnê ya dorveger a 130 rojî de rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên pîşeyî û baroyan hewl dan balê bikişînin ser vê mijarê.. Nobeta Edaletê ya malbatan hesasiyeteke gel ava kir.

Yilmaz, diyar kir ku sîstema tecrîdê ya bênavber ku 25 sal in li ser Rêber Abdullah Ocalan tê ferzkirin, ne li gorî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê û ne jî li gorî normên hiqûqî yên gerdûnî ye û anî ziman ku ev pêkanînên tecrîdê li Tirkiyeyê bûne sedema krîzê.

Serokê IHD’ê Ercan Yilmaz got:

“Qanûna Înfazê ji bo girtî û hikumxwaran hin maf dane. Bêyî ferq û cudakarî divê ev maf ji bo hemû girtiyan wekhev bên sepandin. Abdullah Ocalan ev 25 sal in girtî ye, lê heta niha axaftina bi telefonê li gel malbata xwe, 5 caran jî derbas nake. Mafê şandina nameyan û girtina nameyan ev 25 sal e tên desteserkirin. Dîsa sînordarkirineke keyfî û daîmî datînin ser hevdîtina malbat û parêzeran. Ev hemû li dijî qanûnên navxweyî û navneteweyî ne.”