Parlamenterên jin yên Herêma Kurdistanê diyarkirin ku ewê di dema nû de ji bo mafê jina kar bikin. Herwiha gotin ku divê hemû parlamenterên jin yên di parlamentoyê de bi hevre mafên jinan biparêzin û yasayên parastina mafên jinan di parlamentoyê de werin derxistin.
Parlamentera Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Rojan Cemal û parlamentera Tevgera Nifşê Nû Şadî Newzad di derbarê kar û projeyên xwe yên di dema nû ya Parlamentoyê de yên ji bo jinan, ji RojNews re axivîn.
Parlamentera YNK’ê Rojan Cemal got: “Wê karê min ji bo jinan bi rêya yasayan be, niha yasayek ya rê girtina tund û tujiya malbatê heye, pêwîstiya vê yasayê bi pêkanînê heye. Divê em kar li ser kêmahiya vê yasayê bikin û xalên ku di vê yasayê de neyî bi afirênin. Pêwîste civak bi rêya ragihandinê bê agadar kirin.
Divê rê li ber qurbaniya jinan were girtin, wek mînak bazar kirina mirovan bi taybet ya jinan. Ev yasa li Iraqê heye, lê li Herêma Kurdistanê nîne. Ji bo vê divê em jin ji bo yasayên ku jinan diparêzin kar bikin. Divê em nehêlin lijneya jinan ya di dema berê ya parlamentoyê de bê hilweşandin. Em bi hevre kar li ser vegera vê lijneyê bikin.”
Di dawiyê de Rojan got ku ev kar divê bi hewldanên hemû jinên dinava parlamentoyê de were kirin û got; “Em beriya her tiştî jinin û jinên Herêma Kurdistanê bawerî bime anîne. Ji bo vê divê çi tişta di berjewendiyê jinan de be, em kar li ser bikin.”
Parlamentera Tevgera Nifşê Nû Şadî Newzad jî di destpêkê de parlamenterên berê yên Herêma Kurdistanê rexne kir û got; “Parlamenterên berê wek pêwîst kar di berjewendiyên jinan de kar nekirine û kar ji bo radest kirina kujerên jinan ji bo dadgehê nekirine.
Ev jî bûye sedem ku tund û tujî zêdetir bibe. Divê bi rêya perwerdeyê kar li ser azadiya rêgezê were kirin.”