Dewleta Tirk a dagirker di van rojên dawîn de dijberiya xwe li dijî kantonên Kobanê û Girê Spî zêde kirine û gundên nêzî sînor topbaran kirin. Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û yên YPG’ê êrîşa Tirkiyeyê bersivand û trimpêleke leşkerî li nêzî sînorê di navbera Kobanê û bakurê Kurdistanê de rûxand.

Girêdayî mijarê şervanên YPJ’ê diyar kir ku ew amade ne li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakurê Sûriyeyê li ber xwe bidin.

Şervana YPJ’ê ya bi navê Têkoşîn Kobanê wiha got: “Em amade ne li hemberî dagirkeriya Tirkiyê ku têkbirina ewlehî û aramiya herêmê armanc dike li ber xwe bidin. Em ê gelê xwe biparêzin. Em hêza xwe ji gelê xwe werdigirin. Dagirkeriya Tirkiyeyê di axa Sûriyeyê de mijareke derexlaqî ye. Koçberkirin, talan û destdirêjiya li dijî welatiyên Efrînê ji her kesî re eşkere ye.”

Şervana bi navê Çêçek Minbic got ku dagirkeriya Tirk nikare bi van êrîşên xwe tevliheviyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxe û wiha got: “Em rê nadin dagirkeriya Tirkiyeyê ku destdirêjiyan li gelê me bike. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawîn li ber xwe bidin.”

Şervana bi navê Şîraz Minbic diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirkiyeyê hilweşandina herêmê û guhertina demografîk e wekî ku çawa niha li Efrînê, Idlib û Cerablûsê dide meşandin û wiha anî ziman: “Em wek Yekîneyên Parastina Jin tu carî dagirkeriya li ser axa xwe qebûl nakin. Em ê bi hemû hêz û derfetên xwe parastina gelê xwe bikin û li ber xwe bidin.”

ANHA