Li ser nerazîbûna gelê Şengalê qeymeqam Şengalê yê PDK’yî Mehma Xelîl û endamên meclîsa Şengalê ku di dema fermanê de gel bi tenê hiştibûn neçar man ku paşde bizivirin. Duh gelê Şengalê bi daxuyaniyeke çapemeniyê daxwaznameyeke ji çend xalan pêşkêşê hikûmeta Iraqê kirin. Welatiyên Şengalê di vê derbarê de ji me re axivîn.
Nehla Cirdo got: “Bi tirsê nikarin dengê me kêm bikin. Lewma em ê li hember hemû xayînan bisekinin û rê nedin ku yên xizmetê ji me re nekin, derbasê Şengalê bibin. Şengal niha arame, hatina van kesan ji bo têkdana aramiya Şengalêye. Ji ber ji dema ku ev îdare ji Şengalê derketiye heya niha, Şengal aram e. Mixabin hikûmeta Iraqê jî piştgiriya van kesan dike û bêyî ku nêrîna me bigire, biryarê derbarê me de digire. Em vê yekê qebûl nakin”
Elî Hamid jî got: “Ev nêzî saleke qeymeqam û endamên rêveberiya Şengalê ji Şengalê reviyane. Lê dixwazin careke din vegerin û desthilatiya xwe li ser gel ferz bikin. Bes em wana qebûl nakin. Bang li gel dikim ku timî li dijî xayînan bisekinin û desthilatdariya kesê li ser xwe qebûl nekin”