Yekitiya Ragihandina Azad, Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê û Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê bi beşdarbûna bi dehan rojnemevan, nivîskar û rewşenbîran daxuyaniyek ji raya giştî re parve kir. Daxuyanî ji aliyê hevseroka Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif ve hate xwendin. Daxuyanî wiha ye:

“Bi pêşketinên di demên dawîn de li ser qada Sûriyeyê û li Rojava û Bakurê Sûriyeyê bi taybet pêk tên, daketina asta şer û derfetên peydabûna çareseriyan ji bo bidawîkirina şerê li seranserî Sûriyeyê. Nemaze pêşveçûna berbiçav û serkeftinê li pey hev ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê û rizgarkirina xaka Sûriyê. Di encama van mijaran de hikumeta Enqereyê bi kîneke reş tevdigere û ber bi daxwaza xwe ya vejandina impratoriya Osmaniyan a tunebûyî ve tevdigere. Ev yek di şer û destdirêjiyên Tirkiyeyê yên dawî de zelal dibe ku kêmkirina zexta li ser rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst armanc dike û hewl dide temenê wê dirêjtir bike û pêşveçên û serkeftinên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) asteng bike.

Rêjîma Tirkiyeyê ya faşîst çekan û pereyan dide çeteyan, wan perwerde dike ku sere li Sûriyê bide seknandin, tecrubeya Rêveberiya Xweser vala derxe û li aliyekî din gefan li Ewropa dixe ku dê koçber û terorîstan bişîne wir.

Êrîşên dawî li ser herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dide xuya kirin ku van siyasetên pîs armanc dike ku pelên li Sûriyeyê têxe nava hev.

Em wek nivîskar, rewşenbîr û rojnemevanên li herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê hemû awayên şerê li Sûriyeyê û herêmên Rêveberiya Xweser, bêdengiya navdewletî şermezar dikin.

Ji cîhana azad dixwazin ku ji dil kar bikin û li hemberî rêjîma hovane li Enqereyê bisekinin û nehêlin siyasetên dijminahiyê li hemberî bajar û herêmên pêk bîne.

Bijî jiyana azad li Rojava û Bakurê Sûriyeyê. Hemû siyasetên faşîst û zalim bimire.”