Ji Navenda Nûçeyan a Radyoya Dengê Welat dembaş
Îro 2ê Mijdar 2018 în!

Li Amedê saet 15:00, li Brûkselê 13:00

Gûhdarên hêja emê bûltena rojê pêşkêş bikin, lê pêşî çend ser nûçeyên me

&- Rayedarên Dewleta Trik îro jî serldana Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Imralî, bi behaneyên pûç û ne rast red kirin û hevdîtina li Imralî asteng kirin.

&- Parlementera HDP’ê û parêzer Nûran Îmîr diyar kir ku Ocalan sîgorteya îstikrara Tirkiyeyê ye’

&- Gerila yên YJA Star li navçeya Mêrdîn Kerboranê 4 leşkerên Dewleta Tirk a dagirker kuştin

&- Şervanê YBŞ’ê Serdar Nayîf bi nasnav Cemal Şengalî di salvegera 4emîn şehîdbûna xwe de bi merasîmekî hate bîranîn.

&- Çekdarên PDKê li Balekayetî û Soran, nahêlin ku rojnamevan biçin herêma ku lehî lê rabûye.

&- Parlamenterên jin yên herêma Kurdistanê diyar kirin ku divê em bi hev re mafên jinan biparêzin.