Hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Kobanê û Girê Spî ku artêşa Tirk a dagirker êrîşan dibe ser bi hev re dewriye kirin.

Şandeyeke bi ser Koalîsyona Navneteweyî ve serdana herêma Şêxler a Kobanê ya li pêşberî Cerablûsê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk de kir. Hêzên bi ser koalîsyonê ve QSD li Şêxlerê li şerîda çêm bi hev re dewriye kirin.

Her wiha li kantona Girê Spî jî ku dewleta Tirk êrîş bire ser, du hêzan bi hev re dewriye kirin.